Li Efrînê di sala 2022an de 151 kes hatin kuştî

Ji dema ku artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve herêma Efrînê dagîr kiriye, zincîreya binpêkirinên mirovî, şer, teqîn û guhartina demografiya herêmê gav bi gav gurtir dibe, bi awayekî ku rojek derbas nabe ku binpêkirin û kiryarên bi vî rengî tunebin.

02.01.2023, Pts - 11:55

Li Efrînê di sala 2022an de 151 kes hatin kuştî
Nuçe Belav bike

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de belav kir, di sala 2022an de 151 kes bi şêweyên curbicur li herêma Efrînê hatine kuştin, her wiha zêdetirî 118 kesên din jî birîndar bûne.

47 SIVÎL, 16 JÊ ZAROK Û 8 JIN IN

- 13 sivîl ku jê 3 zarok û 2 jin in hatine kuştin.

- 7 sivîl ku di nav wan de du zarok hene, bi guleyên nerasterast hatine kuştin.

- 11 sivîl ku di nav wan de jinek û 6 zarok hene, di topabarana bejahî ya ji aliyê deverên di bin kontrola HSD û hêzên rêjîmê de hatine avêtin, hatin kuştin.

- 12 sivîl, ji wan 5 jin û 3 zarok in, li ser destê grûpên çekdaran hatine kuştin.

- 4 sivîl ku di nava wan de 2 zarok in, di encama teqînan de hatine kuştin.

98 ÇEKDAR

- 62 çekdar di nav şer û nakokiyên grûpên çekdar bi xwe de.

- 23 çekdar li ser destê hêzên ser bi HSDê û hêzên rêjîmê.

- 8 çekdar ji aliyê kesên nenas ve hatin kuştin.

- 3 çekdar di êrîşên asmanî yên Rûsyayê de hatine kuştin.

- 2 çekdar di teqînan de hatine kuştin.

- 3 ji hêzên Tirkî li ser destê hêzên HSDê hatine kuştin.

- 2 serkirdeyên DAIŞê di êrîşên dronên Hevpeymaniya Navdewletî de li gundê Xalta li navçeya Cindirêsê hatin armanckirin.

- Xwekujekî xwe li xaleke leşkerî ya grûpa Artêşa Îslamê li nava Efrînê teqand.

ŞER Û TEQÎN

Di sala 2022an de, li herêma Efrînê li gundewarê bakurê rojavayê Helebê 30 şer û êrîşên çekdarî di navbera komên çekdarî, malbat û eşîran de rû da, di encamê de 73 kes hatin kuştin di nava wan de 11 sivîl (ji wan 5 jin û 3 zarok) û 62 çekdar hebûn, ji bilî bi dehan birîndar.

Her wiha li Efrîn li gundewarê bakurê rojavayê Helebê 14 teqîn bi şêweyên cur bi cur, wek mayîn û kemînên bombekirî hatin kirin, di encamê de 7 kes hatin kuştin: 4 sivîl (jê 2 zarok) 2 leşker hatin kuştin û xwekujekî jî xwe li xaleke leşkerî ya Efrînê teqand.

REVANDIN Û GIRTIN

Di sala 2022an de zêdetir ji 677 haletên girtin û revandinê revandinê ji aliyê grûpên çekdaran ve hatin kirin, di nav wan de 4 zarok û 21 jin hebûn.

GUHARTINA DEMOGRAFÎ

Di çarçoveya guhertina demografiya herêma Efrînê û avakirina komelgehên niştecihan de, Komeleya Destên Sipî ya Kuweytê amadekariyên vekirina qonaxa duyemîn a gundê “Basma” roja Sêşemê 29ê Adarê ragihand, ku ji 125 şuqeyan pêk tê. Ji bilî berdewamiya karên avakirina xanî û şeqeyên din. Hêjayî gotinê ye ku ev gund li ser zevîyên çandiniyê yên desteserkirî yê welatiyekî (Z.H) ê ji xelkê Şadirê hatiye avakirin û rûbera wê 10 hezar metre çargoşe ye.

Di meha Nîsanê de, grûpa Sultan Murad li nêzîkî gundê Kefer Rûmê li navçeya Şeran ji bo xelkê bajarê Humsê, komelgeheke nişticihbûnê ya ji 360 xaniyan pêk tê, ava kir.

Ev komelgehên niştecihbûnê li daristanekê hatiye avakirin ku darên wê bi temamî hatine birîn û wek êzing hatine firotin.

Her wiha komên Artêşa Niştimanî di amadekariyên xwe de berdewam in, ji bo avakirina komelgehên niştecihê yên din li gundên Axcelê yê navçeya Cindirisê û gundê Omera yê li navçeya Şaran li ser zeviyên çandiniyê yên welatiyên Efrînê yên bi darê zorê koçber bûne.

Di meha Gulanê de, Komela Destên Sipî ya Kuweytî avakirina komelgeheke niştecihbûnê li nêzîkî gundê Kefir Sefrê yê girêdayî navçeya Cindirîsê bi dawî kir ku ji 250 xaniyan û bi binesaziya tam, wek dibistan, mizgeft û firoşgehan pêk tê.

Di meha Îlonê de, rêxistineke Filistînî ya Ereban 48, bi navê “Xêrxwaziya Wefa'a El-Muhsinin”, qonaxa yekem a avakirina komelgeheke niştecihbûn ava kir û 34 xaniyan radestî koçberên Sûrî û Filistînî kirin.

Ji agahiyên li jor hatine ve, diyar dibe ku zincîreya binpêkirinên li herêma Efrînê dê ranewste, bi vê yekê jî hêzên Tirkiyê û komên girêdayî wê hemû pîvan û peymanên navdewletî yên mafên mirovan bin pê dikin, bêyî ku ti aliyek rê li ber binpêkirin û tawanên wan bigirin û bigrin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 344 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:51:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x