Li Efrînê grûpên çekdar 5 xaniyên Kurdan firotin

Li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê çekdarekî grûpa Siltan Murad xaniyekî ku dest danîbû ser yê Kurdekî xelkê gundê Eyn Dare ser bi navçeya Şêrewe bi 1500 dolaran firot.

05.09.2022, Pts - 14:49

Li Efrînê grûpên çekdar 5 xaniyên Kurdan firotin
Nuçe Belav bike

Li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê çekdarekî grûpa Siltan Murad xaniyekî ku dest danîbû ser yê Kurdekî xelkê gundê Eyn Dare ser bi navçeya Şêrewe bi 1500 dolaran firot, her wiha çekdarekî grûpa el-Hemze Şamî 3 xaniyên ku dest danîbûn ser wan li Taxa Eşrefiye ya bajarê Efrînê bi 3 hezar dolaran firot, hevdem çekdarekî grûpa Cebheya Şamî xaniyekî ku dest danîbû ser li taxa Eşrefiye li bajarê Efrînê bi 1000 dolaran firot.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, li bajarê Efrînê çekdarekî grûpa Siltan Murad xaniyekî ku dest danîbû ser yê Kurdekî xelkê gundê Eyn Dare ser bi navçeya Şêrewe bi 1500 dolaran firot, herwiha çekdarekî grûpa el-Hemze Şamî 3 xaniyên ku dest danîbûn ser wan li taxa Eşrefiye li bajarê Efrînê bi 3 hezar dolar firotin, hevdem çekdarekî grûpa Cebheya Şamî xaniyekî ku dest danîbû ser li taxa Eşrefiye li bajarê Efrînê bi 1000 dolaran firot.

Ji aliyê xwe ve çekdarên grûpa Nûredîn Zengî ya ser bi Tirkiyê ve li gundê Dîwa ya ser bi navçeya Cindirêsê dest danîn ser 2 hektar zevî da ku xaleke serbazî lê çêbikin.

Di meha Tebaxa borî de jî, li herêma Efrînê 42 rewşên diziya pez û ferzkirina standina bacê li ser berhemên çandiniyê, û destdanîna ser mal û milkên xelkê ligel birrîna daran ji aliyê grûpên çekdar ser bi Tirkiye hatine kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 326 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:25:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x