Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku roja Yekşemê 16ê Tîrmehê, polîsên serbazî her yek ji Hebeş Elo yê 52 salî, Îsmaîl Elo yê 49 salî û Ebdo Sîdo ji gundê Badîna girtine û li hember 200 dolar ji bo her kesekî azad kirine.
Li gor heman rêxistinê, roja Duşemê 10ê Tîrmehê jî, polîsên sivîl her yek ji Behrî Bîlal ê 75 salî, û Cemîl Ebdo yê 55 salî yên ji gundê Dumilya girtine û li hember 200 dolar ji bo her kesekî azad kirine.