Li Efrînê grûpên ser bi Tirkiyê 115 darên zeytûnan birrîn

Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê 115 darên zeytûnan li herdû gundên Meydankê û Kortik ên li navçeya Şera ya Efrînê birrîn.

02.12.2022, Cum - 07:53

Li Efrînê grûpên ser bi Tirkiyê 115 darên zeytûnan birrîn
Nuçe Belav bike

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiye 115 darên zeytûnan li herdû gundên Meydankê û Kortik li navçeya Şera ya Efrînê birrîn, daku wek êzing li bazarê bifiroşin.

Roja 27ê Mijdarê jî, grûpa Feyleq el-Şam 300 darên zeytûnan li gundên Basofan û Kefir Nebo li navçeya Şera ya Efrînê birrî bûn.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket bin dagirkeriya artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Binpêkariyên çekdaran

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 453 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:48:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x