Navenda Mafê Mirov a Sûriyeyê (SOHR) di daxuyaniya xwe de ragihand ku hê jî li Efrînê talana malên kurdan berdewam e.
Navenda Mafê Mirov a Sûriyeyê (SOHR) di daxuyaniya xwe de ragihand ku 5 hefte bi ser kontrola bajarê Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ve derbas bûn, lê hê jî talan û yexmeya malên kurdan dewam dike.
SOHRê di daxuyaniya xwe de got: "Çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad li Efrînê talana xwe dewam dike û amûrên çandinî yên kurdan didize. Çekdarên ASAyê li bajarokê Şerayê malbateke kurd bi behaneya ku têkiliya wan bi PYDê re heye ji herêmê deranîn, bi dehan xortên kurd ên efrînî bi îdîaya ku li sefên YPGê şer kirine girtine û şkencê li wan dike û paşî bi bertîlê wan serbest berdide."