Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, îro dema nîvro li taxa Pîşesazî ya Efrînê bombeyeke vedayî bi taksiyeke giştî de teqiya.
Da zanîn jî, di encama teqînê de 2 birîndar bûne, yek ji wan jî zarokek e.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, rewşa ewlehiyê têk çûye û bi berdewamî teqîn tên kirin û welatiyên sivîl dibin qurbanî.