Li Efrînê teqîn... Kuştî û birîndar hene

Li bajarokê Cindirêsê yê ser bi Efrînê ve teqînekê rû da.

24.09.2019, Sal - 10:47

Li Efrînê teqîn... Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Îro nîvro demjimêr 12:00 teqînek bi riya otombîleke bombekirî li kolana 16 li nêzîkî avahiya Komela Buhar a Hawarhatinê teqiya.

Li gor zanyariyên destpêkê kesekî canê xwe jidest daye û 11 kes birîndar bûne, birînên hinan jî gelekî giran e.

Birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhastin û grûpên çekdar cihê teqînê dorpêç kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 807 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:21:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x