Li Efrînê teqînek çêbû, kuştî û birîndar hene!
Li Rojavayê Kurdistanê li Efrînê li Meydana Siyasetê teqînek çêbû.
Li gorî agahiyên herêmî bombeyeke ku di nava sergo de hatibû bicihkirin, hate teqandin. Teqîn li dijî polîsên Artêşa Azad a Sûriyê pêk hatiye.
Li gorî agahiyan di encama teqînê de 3 kes hatine kuştin û gelek jî birîndar hene.
Piştî teqînê rêyên derdorê hatine girtin. Di derbarê teqînê de daxuyaniyeke fermî nehatiye kirin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1138 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:31:45