Li Girê Spiyê du grûpên çekdar bi hev ketin

Li bajarê Girê Spiyê yê Rojavayê Kurdistanê şer di navbera du grûpên çekdar de derket û di encamê de hinek çekdar hatin û birîndarkirin.

04.12.2023, Pts - 11:02

Li Girê Spiyê du grûpên çekdar bi hev ketin
Nuçe Belav bike

Li bajarê Girê Spî şer û pevçûn di navbera 2 grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê de derketin û hinek çekdar hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, êvara roja yekşemê, şer û pevçûn di navbera çekdarên el-Cebhe el-Şamiye û Feyleqa el-Mecid de derketin.

Di encama şer û pevçûnan de ku li nav taxên nişteciyên bajarê Girê Spiyê derketine, 2 çekdar ji herdu aliyan hatine kuştin û 5 çekdarên din jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, sedema şerê her du grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê nakokiya li ser bazirganiya madeyên hişbir bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 256 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:36:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x