Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku Polîsên Sivîl û Îstixbarata Tirkiyê MÎT avêtine ser gundê Keferzîtê yê Efrînê û 5 welatî girtine.
Li gorî heman rêxistinê, Bekir Hesen Xêro, Rêber Hesen Xêro, Elî Abidîn, Mihemed Ferîd û Ednan Ebdo hatine girtin.
Her pênc welatî bi tohmeta “bi malbatên xwe yên li Şehba û Helebê re peywendiya wan hebûye”, hatine girtin.
Rêxistina navhatî dibêje, li gundê Qeregolê yê nahyeya Bilbilê jî, hejmarek diz ji Erebên hawirde û çekdarên girêdayî Tirkiyê ketine mal û dikanên 11 gundiyan.
Li gor agahiyên ku wê rêxistinê belav kirine, di wê seregirtinê de êrîşkaran tenekeyên zeytê û butlên gazê (tub) û kelûpelên nav mal û dikanên wan welatiyan dizîne.