Li gundewarê Hesekê 5 jin di êrîşên Tirkiyê de birîndar bûn

Di encama topbarana hêzên Tirkiyê li ser li navçeya Zirganê ya Hesekê de, 5 jinên ku li nava zeviyên pembû dixebitîn birîndar bûn.

09.10.2023, Pts - 11:07

Li gundewarê Hesekê 5 jin di êrîşên Tirkiyê de birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Jêderekî xwecihî ji ajansa K24ê re ragihand, hêzên ser bi Tirkiyê ve gundê Bişêriyê yê rojhilatê navçeya Zirganê da ber topan û di encamê de 5 jinên li nava zeviyên pembû dixebitîn birîndar bûne.

Wî jêderî da zanîn, birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin rakirin û rewşa hin birîndaran giran e.

Herwiha gundên Bobî, Mişêrfê û Reîbat ên ser bi navçeya Zirganê bi çekên giran hatin topbarankirin, bêyî ku ziyanên topbaranê werin zanîn.

Artêşa Tirkiyeyê ji roja 5ê Cotmehê ve navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike, di encamê de ziyanên canî û madî derketine.

Şeva borî 8’ê Cotmehê jî, firokeyeke şer a Tirkiyeyê navendek asayîşê ya li devera Koçerat a li Dêrikê bombebaran kir û di encamê de hejmarek endamên asayişê hatin kuştin û birîndarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 367 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:10:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x