Li Hesekê teqîn

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çê bû, li gor agahiyên destpêkê, bi sedema teqînê ti zirar çê nebûne.

17.11.2019, Paz - 17:13

Li Hesekê teqîn
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyên ji Rojavayê Kurdistanê ve, êvara îro Yekşemê teqînek li bajarê Hesekê rû daye.

Li gor zanyariyan, teqîn bi rêya motorsîklêteke bombekirî û li nêzîkî Qada Sebax li derwazeya bakurê bajarê Hesekê çê bûye.

Di teqînê de ti zirarên canî çê nebûne.

Hêzên Asayişa Hesekê gihîştin cihê teqînê û dest bi lêkolînê kirine.

Heta niha ti aliyekî berpirsatiya teqînê li xwe negirtiye, herwiha Asayişa Rêveberiya Xweser jî hêj ti daxuyanî li ser bûyerê nedaye.

Di wan demên dawî de û piştî êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, hejmarek teqîn li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê çê bûne, ku DAIŞê berpirsatiya wan teqînan li xwe girtiye.

Herî dawî li bajarê Qamişloyê 3 teqîn çê bibûn û di encamê de bi dehan kuştî û birîndar hebûn.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 717 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:29:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad