Teqîn li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê û bi rêya motorsîklêteke bombekirî de çê bûye.
Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de 3 kes birîndar bûne ku bo nexweşxaneyê hatin rakirin.
Hêzên Asayişê yên Rêveberiya Xweser gihîştin cihê bûyerê û derbarê teqînê de dest bi lêkolînan kirin.
Bi sedema teqînê, zirar gihîştiye hejmarek otomobîlên derdorê ku nêzîkî cihê teqînê bûne.