Li Kampa Holê 40 DAIŞî hatin girtin

Ev 9 roj in li nava Kampa Holê ya li Hesekê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê berdewam dike.

05.02.2024, Pts - 06:12

Li Kampa Holê 40 DAIŞî hatin girtin
Nuçe Belav bike

Di 9 rojên operasyonê de ji kesên derbarê wan biryara lêgerînê hebû 40 kes hatin girtin.

Li gorî zaniyariyan, şeva din çekdarekî DAIŞê bi navê Ebû Ebdulmecîd hat girtin ku ew berpirsê perwerdekirina zarokên DAIŞê bû li nav kampê.

Herwiha pêwendiyên wî li gel çekdarên DAIŞê yên li derveyî kampê hebû.

Li beşa yekem a kampê operasyon

Hêzên hevbeş ên operasyonê Hêzên Ewlehiya Hundir, Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), îro ketin beşa yekemîn a kampa Holê.

Li wê beşê zêdetirî 2 hezar malbatên Îraqî dimînin.

Îro jî du DAIŞî hatin girtin.

Herwiha hêzên operasyonê dest bi ser hinek çekan de girt.

Operasyona Ewlehî û Miroviyê

Operasyona Ewlehî û Miorviyê di qonaxa xwe ya sêyemîn de roja 27ê Kanûna Paşîna 2024an dest pê kir.

28ê Adara 2021an pêvajoya "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" dijî şaneyên DAIŞê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, HSD û YPJê hatibû destpêkirin.

Operasyon 5 rojan berdewam kiribû û 2ê Nîsanê bi dawî bûbû. Zêdeyî 5 hezar şervan beşdarî operasyonê bûn, di encam de 125 çekdarên şaneyên DAIŞê hatibûn girtin.

Qonaxa Duyemîn a operasyonê di 25ê Tebaxa 2022yan de dest pê kiribû, 24 rojan berdewam kiribû û di encamê de 226 çekdarên şaneyên DAIŞê hatibûn girtin.

Kampa Holê

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî li Kampa Holê, 66 hezar û 101 kes hene ku ji 60 welatî çûne Sûriyeyê û tevlî DAIŞê bûne.

Ji sedî 39ê wan xelkê Sûriyeyê ne, hejmara wan 25 hezar û 780 ye.

Ji sedî 46ê wan Îraqî ne, hejmara wan 30 hezar û 724 kes in. Ji sedî 15 ji wan xelkê welatên din in, ew jî 9 hezar û 597 kes in û xelkê 66 welatan in.

Li Kampa Holê 18 hezar û 208 malbat hene û ji sedî 96 ji wan jin û zarok in, ji sedî 66 ji wan zarokên di bin 18 salî re ne.

Li gorî amarên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Zarokan UNICEFê hejmara zarokan li wê kampê 28 hezar e.

Bêhtirî 7000 zarokî ji wan, xelkê welatên din in. 77 zarok sêwî ne, bav û dayikên wan di şer de hatine kuştin, 12 hezar girtiyên çekdarên DAIŞî jî hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 248 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:31:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x