Li Merîwanê şer: 11 leşkerên Îranê hatin kuştin!

Li Rojhilatê Kurdistanê li nêzîkî bajarê Merîwanê di navbera Muhafizên Şoreşa Îranê û Gerillayen PJAKê şer derket. Di encama şêrr de 11 leşkerên Îranê hatin kuştin.

21.07.2018, Cts - 15:13

Li Merîwanê şer: 11 leşkerên Îranê hatin kuştin!
Nuçe Belav bike

Rêvebirê Ewlehiya Eyaleta Kurdistanê Riza Mîrzayî di derbarê bûyerê de ji ajansa nûçeya Fermî ya Îranê IRNAyê re axivî û wiha got: “Di navbera Muhafizên Şoreşa Îranê û komeke çekdar de seet li 02:00ê şevê li derdora bajarê Merîwanê pevçûn derketiye. Pevçûnê nêzîkî du seetan dewam kiriye. Di encama pevçûnê de 11 leşkerên Îranê hatin kuştin 8 leşker jî birîndar bûn.”

Mîrzayî got ku me hê koma terorîst tespît nekiriye ku ji kîjan rêxistinê ne. Heta niha jî tu rêxistinan ev êrîş negirtiye ser xwe. Lê belê li vê herêmê, çekdarê PJAKê aktîf in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1064 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:33:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x