Li Minbicê şer û pevçûn rawestiyane lê amadekariyên şer berdewam in

Li derdora Minbicê ser û pevçûn rawestiyane lê amadekariyên şer berdewam in.

14.09.2023, Per - 05:53

Li Minbicê şer û pevçûn rawestiyane lê amadekariyên şer berdewam in
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên ji Minbicê heta niha li nav bajêr rewş asayî ye.

Alozî, şer û pevçûnên ku li bakur û rojavayê Minbicê derketibûn bandoreke zêde li ser barê jiyana xelkê, liv û tevgera bazaran nekiriye.

Mahir Ebas ku parêzerekî Kurd ê ji bajarê Minbicê ye û rewşa navçeyê bi hûrî dişopîne.

Ebas ji Rûdawê re got ku êrişên grûpên çekdar li ser gundiyên navçeyên "xêza rûbirûbûna bi grûpên çekdar re" bandor kiriye.

Herwiha da zanîn ku rewşa nav bajarê Minbic asayî û hêmin e.

“Çekdaran xwest ku ji mijûlbûna HSDyê ya li Dêrezorê sûdê wergirin”

Mahir Ebas li ser rewşa Minbicê wiha axivî:

"Hinek çekdarên ku li deverên îtilafê dimînin, xwest ji mijûlbûna HSDyê ya li Dêrezorê sûdê wergirin.

Çekdaran êrişî gundên Mixsiliyê, Ereb Hesen, Dadad, Toxan, Seyad û Cendelîyê kir.

Ev gund dikevin aliyê başûrrojavayê Minbicê.

Êrişên van çekdaran hişt ku xelkê wan gundan ji gundên xwe derkeve.

Paşê mal û tiştên wan hatin dizîn.

Gelek sivîl birîndar bûn û zerereke mezin gihîşte mal û bedenên wan û zehmetetiyeke mezin kişand.

Lê rewşa bajarê Minbicê di aramiyê de ma û miletê Minbicê her karê xwe domand."

Ji 1ê Îlonê ve, çekdarên muxalefeta Sûriyeyê li dijî gundewarên Minbicê dest bi êrişeke bejahiyê kiribû.

Grûpên çekdar êrişî 15 gundên Minbicê kiribû

Ji gundê On Dadatê ku 10 kîlometreyan li bakurê Minbicê ye heta gundên Kur Hûyok û Yaşliyê ku 30 kîlometreyî li rojavayê bajêr in.

Li gorî daxuyaniyeke fermî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), di wan êrişan de 53 çekdarên muxalefeta Sûriyeyê hatine kuştin û 127 çekdar birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku serbazekî Hikûmeta Sûriyeyê hatiye kuştin û 4 serbaz birîndar bûne.

Herwiha 5 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û 4 sivîl jî birîndar bûne.

HSDyê da zanîn ku 3 şervanan jiyana xwe ji dest daye û 6 şervan jî birîndar bûne.

Şer û pevçûn li derdora Minbicê rawestiyane lê amadekarî her berdewam in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 592 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:13:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x