Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dengê teqînekê hat bihîstin. Li gor zanyariyên destpêkê, otomobîlek li nav bajêr teqiyaye lê sedem nayê zanîn.
Li gor agahiyan, teqîn li Taxa Quwetlî ya bajarê Qamişlo çê bûye.
Di bûyerê de otomobîlek teqiyaye û li gor agahiyên destpêkê kesek birîndar bûye.
Hêj sedema bûyerê nayê zanîn.
Aliyên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê têkildarî bûyerê hêj ti daxuyanî nedane.