Li Qamişlo Tirkiyeyê êrişî avahiya Hêzên Ewlehiya Hundirîn kir: Birîndar hene

Droneke Tirkiyeyê avahiya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.

02.02.2024, Cum - 12:13

Li Qamişlo Tirkiyeyê êrişî avahiya Hêzên Ewlehiya Hundirîn kir: Birîndar hene
Nuçe Belav bike

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku droneke Tirkiyeyê avahiya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a li taxa Mahtayê ya Qamişloyê kiriye armanc.

Li gorî SOHRê di encama bombebaranê de birîndar hene.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Rojavayê Kuridstanê li ser êrişê daxuyaniyek belav kir.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn di daxuyaniyê de got, “Artêşa Tirk a dagirker bi rêya balafireke bêmirov navendeke me ya li aliyê rojhilatê bajarê Qamişloyê hedef girt. Di encamê de 4 endamên me şehîd bûn û endamek jî birîndar bû.”

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê da zanîn ku ji destpêka 2024an ve artêşa Tirkiyeyê 62 caran êrişî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Di wan êrişande 7 kesan canê xwe ji dest daye, jinek û zarokek jî di nav de 13 kes birîndar bûne.

Tirkiye di van demên dawî êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

Di encama wan êrişan de wêstgehên petrolê, santralên elektrîkê û saziyên xizmetguzariyê yên bajar û bajarokan ji kar ketine.

Herî kêm 5 milyon kes bê av, elektrîk û gaz mane.

Tê texmînkirin ku ziyana madî jî zêdetirî yek milyar dolarî ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 259 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:52:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x