Li Qamişloyê jinek kuştî hat dîtin

Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê jineke Kurd di mala xwe de kuştî hat dîtin.

18.11.2023, Cts - 18:03

Li Qamişloyê jinek kuştî hat dîtin
Nuçe Belav bike

Îro li Qamişloyê jina bi navê Rîtac Osê, di mala xwe de kuştî hat dîtin.

Hat zanîn şkence lê wê hatiye kirin û ew bi derbên kêran hatiye kuştin.

Li gorî zanyariyên li ber destê Rûdawê ew berî 4 mehan zewiciye.

Asayîşa Qamişloyê dest bi lêkolînê kiriye û heta niha ne diyar e ka çima û ji aliyê kê ve hatiye kuştin.

Li ser kuştina wê heta amadekirina vê nûçeyê jî kesek nehatiye girtin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê hevjînê wê ji mal derketiye û çûye xwaringehekê, pişt re ew di mal de bi kêran hatiye kuştin.

Herwiha tê gotin ku li malê zêr hebûn û ew zêr jî hatine dizîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 325 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:56:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x