Li Qamişloyê partiyên siyasî êrişên Tirkiyeyê protesto kirin

Partiyên siyasî, li bajarê Qamişloyê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî êrişên artêşa Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê protesto kirin.

17.01.2024, Çar - 06:13

Li Qamişloyê partiyên siyasî êrişên Tirkiyeyê protesto kirin
Nuçe Belav bike

Partiyên siyasî yên li Qamişloyê, li ber baregeha Neteweyên Yekbûyî kom bûn û zêdebûna êrişên Tirkiyeyê yên li dijî navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê protesto kirin.

Partiyên siyasî banga xwe arasteyî rêxistinên navdewletî kir.

“Projeyên xizmetguzariyê dikin armanc”

Nûnera Partiya Nûjenî û Demokrasiyê ya Sûriyeyê Heyfa Mamo got:

“Êriş ji Kobaniyê dest pê dikin heta Dêrikê. Armanca êrişan ew e ku jêrxaneya navçeyê û projeyên xizmetguzariyê bike armanc.

Êdî hemû ji kar ketine û nikarin xizmetguzariyê ji welatiyan re bikin. Bajarê Amûdê bê av e, ji ber ku hate armanckirin.

Herwiha gelek xalên girîng ên wekî zeviyên gazê û petrolê bûn armanc.”

Partiyên siyasî xwest ku hêz, dewlet û aliyên pêwendîdar êrişên Tirkiyeyê asteng bikin.

Heyfa Mamo herwiha got:

“Hevpeymaniya Navdewletî bi serkêşiya Amerîkayê ku îro li hemberî êrişan bêdeng e, ti gavên cidî ne avêtine.

Ji ber ku ev ne cara yekem e û ne jî wê cara dawî be lê êrişên dewleta Tirkiyeyê her berdewam in. Ji ber ku îro ti pabendî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî, Hevpeymanan û Amerîkayê ve nayên kirin.

Êdî dema Tirkiye dibîne ku ti kes li hemberî wê ranaweste êdî êrîşên xwe berdewam dike.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 196 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:51:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x