Li Qamişloyê dronekê 2 otomobîl bombebaran kirin: Kuştî û birîndar hene

Li ser rêya gundê Xezneyê û bajarokê Til Merûfê yên Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê dronekê 2 otomobîl kirin armanc.

28.07.2023, Cum - 05:33

Li Qamişloyê dronekê 2 otomobîl bombebaran kirin: Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Di encama êrişê de 3 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê ya Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê ragihand ku “Droneke artêşa Tirkiyeyê li ser rêya gundê Xezneyê û bajarokê Til Merûfê yê Qamişloyê 2 otomobîl kirin armanc.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê ya Rêveberiya Xweser herwiha da zanîn ku di encama êrişa dronan de 3 kesan canê xwe ji dest da û 2 kesên din jî birîndar bûne.

Asayîşê di daxuyaniya xwe de got ku ew li ser bûyerê agahiyên berfirehtir kom dikin û dê piştre ji raya giştî re parve bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 228 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:28:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x