Li Rojavayê Kurdistanê 14 firoşkar û bikarhênerên madeyên hişbir hatin girtin

Hêzên asayişê yên Rojavayê Kurdistanê ragihand ku hêzên wan li Qamişlo û Hesekê 14 bikarhêner û bazirganên madeyên hişbir girtin.

09.11.2023, Per - 05:57

Li Rojavayê Kurdistanê 14 firoşkar û bikarhênerên madeyên hişbir hatin girtin
Nuçe Belav bike

Hêzên Ewlehiya Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê ev heyamek e xebat û operasyonên xwe yên li dijî bikaranîna madeyên hişbir zêde kirine.

Derbarê amarên vê dawiyê Hêzên Ewlehiya Navxwe daxuyaniyek da.

Hêzên Ewlehiya Navxwe diyar kir ku di çend rojên derbasbûyî de hêzên wan li her du bajarên Qamişlo û Hesekê bi ser gelek malan û veşartgehên firoşkar û bikarhênerên madeyên hişbir de girtine.

Li gorî daxuyaniyê, 14 firoşkar û bikarhênerên madeyên hişbir hatin girtin û bi wan re ev made û kelûpel hebûne:

Hezar 774 hebên hişbir ên curbicur, 700 hebên Kaptagon, 10 gram mîsa krîstal, 2 kîlo û 609 gram heşîş, 455 gram tovên heşîşê û amûrên bikaranînê yên curbicur.

Hêzên asayişê ew kes û ew tiştên dest bi ser de girtine radestî dozgeriya giştî kirin da ku tedbîrên qanûnî li dijî wan bên girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 218 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:56:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x