Li Rojavayê Kurdistanê artêşa Sûriyê rê li ber karwaneke leşkerî ya Amerîkayê girt

Li rêbendekê li derdora bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê, hêzên artêşa Sûriyê rê li ber karwaneke hêzên Amerîkayê girtin.

09.11.2022, Çar - 07:02

Li Rojavayê Kurdistanê artêşa Sûriyê rê li ber karwaneke leşkerî ya Amerîkayê girt
Nuçe Belav bike

Madyaya fermî ya hikûmeta Sûriyê ragihandiye ku duh Sêşembê 8ê Mijdara 2022an, hêzên artêşa Sûriyê li nêzîk bajarokê Til Temirê rê li ber hêzên Amerîkayê girtine û rê nedane ew derbas bibin.

Li gor ajansa SANAyê, bûyer li gundê Qubûr El-Xeracne yê ser bi bajarokê Til Temir ve li bakurê rojavayê parêzgeha Hesekê çê bûye û hêzên artêşa Sûriyê li rêbendeke xwe ya li wî gundî, rê li ber derbasbûna karwaneke hêzên Amerîkî girtine.

Hatiye ragihandin, ku karwana hêzên Amerîkî ji 8 wesayitên zirhî pêk dihat û piştî ku artêşa Sûriyê rê neda derbasbûna wan, paşde vegeriyaye.

Li gor zanyariyên medyaya hikûmeta Sûriyê, roja Înê 4ê Cotmehê jî li gundê Um El-Xêr ê ser bi bajarokê Til Temir ve, hêzên hikûmetê rê li ber karwaneka din a hêzên Amerîkî ku ji 6 wesayitên leşkerî pêk dihat girtibûn.

Artêşa Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku hêzên Amerîkî di çarçoveya wê de li Rojavayê Kurdistanê ne, derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedane.

Herwiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî ku kontrola Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di destê wê de ye, li ser mijarê tiştek negotiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 159 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:35:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x