Li Rojavayê Kurdistanê dagirkirina Efrînê hat protestokirin

Bi dehhezaran koçberên Efrînê yên li herêma Şehba dimînin, bi boneya 5emîn salvegera destpêkirina êrîşa ser Efrînê soza berdewamkirina kar bo rizgarkirina herêma xwe dan.

21.01.2023, Cts - 07:45

Li Rojavayê Kurdistanê dagirkirina Efrînê hat protestokirin
Nuçe Belav bike

Bi dehhezaran koçberên Efrînê yên li herêma Şehba dimînin, bi boneya 5emîn salvegera destpêkirina êrîşa ser Efrînê soza berdewamkirina kar bo rizgarkirina herêma xwe dan. Xwepêşanderan di bin durişmeya "Efrîn a me ye û dê ya me bimîne" de dengê xwe bilind kirin û gotin ku dê vegerin warên xwe.

Xwepêşanderan çiqlên zeytûnan û wêneyên şehîdên Efrînê bilind kirin. Her wiha bêdengiya civaka navdewletî li hemberî dagirkirina Efrînê û binpêkirina li dijî mirov û xwezaya Efrînê şermezar kirin.

Xwepêşander di kolanên sereke yên bajarê Til Rifeet re geriyan û li qada sereke ya bajêr rawestiyan. Hevserokê Encûmena Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo jî gotarek pêşkêş kir û dagirkeriya Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve bi tundî şermezar kir

Li herdû taxên Eşrefiyêû Şêx Meqsûd xwepêşandan birêve çûn

Li bajarê Helebê jî bi hezaran welatiyên Kurd ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin kolanan û xwepêşandanek lidarxistin. Xwepêşanderan dagirkerkirina Efrînê û proseya guhertina demografîk û siyaseta tirkkirina herêmê bi tundî şermezar kirin.

Xwepêşanderan pankertên bi nivsên weke "Veger soza me ye, Na ji dagirkeriyê re, Na ji guhertina demografîk re" bilind kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku ji bo bidawîkirina dagirkeriya li Efrînê divê pêkhateyên navçeyê yekhewlest bin.

Li Tebqa û Reqayê dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin

Li bajarên Tebqa û Reqa jî şêniyên van herdu bajaran du xwepêşandanên cûda birêve birin û dagirkeriya Efrînê şermezar kirin.

Di van herdu xwepêşandanan de hejmareke rîspiyên herêmê, endamên partiyên siyasî û rêveberên saziyên sivîl beşdar bûn. di van xwepêşandanan de jî durişmeyên li dijî siyaseta Tirkiyê hatin bilindkirin. di xwepêşandanan de jî gelek axaftin ji aliyê berpirsan ve hatin pêşkêşkirin û têde amaj bi wê yekê dan ku nêzîkbûna Erdogan ji Esed re tenê bo komkirina dengan di hilbijartinên Tirkiyê de ye û Esed jî dixwaze bi rêya Tirkiyê zexta navdewletî li ser rêjîma xwe rake.

Dagirkirina Efrînê

Di18ê Adara 2018an de herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiye hat dagîrkirin, ji wê demê ve zêdetirî 300 hezar welatiyên Efrînê bi darê zorê hatine koçberkirin û li şûna wan 400 hezar malbatên biyanî yên parêzgehên Sûriyê hatine bicihkirin.

Binpêkariyên çekdaran

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 193 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:16:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x