Li gor ajanseke ser bi opozisyona Sûriyê ve, ew teqîn şeva bihorî li ser rêbendeke çekdarên opozisyona Sûriyê li gundê Hemam Tirkuman li başûrê rojhilatê Girê Spî çêbûye.
Heman ajansê aşkere kir ku di teqînê de 3 çekdar hatine kuştin û 5 çekdarên din jî birîndar bûne û ew birîndar ji bo nexweşxaneyên Tirkiyê hatine veguhestin.
Ji dema ku artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê dest danîne ser herdu herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî, rewşa ewlehiyê li navçeyê pir têkçûye û di nava kêmtirî 2 mehan de, nêzî 20 teqîn çêbûne.