Li ser rêya Qamişlo - Hesekê 4 kesan canê xwe jidest dan

Li ser rêya Qamişlo - Hesekê, bûyereke trafîkê rû da û di encamê de 4 kesan canê xwe jidest dan û hejmarek kes jî birîndar bûn.

03.01.2024, Çar - 13:48

Li ser rêya Qamişlo - Hesekê 4 kesan canê xwe jidest dan
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên berdest, li ser rêya navdewletî ya Hesekeyê, îro 3ê Çileya 2024an, otobusek û kamyonekê li hev ketin û di encamê de 4 kesan canê xwe jidest dan û 25 birîndar kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyaran, yek ji qurbaniyên bûyera îro, Ferîd Ekrem Hesê yê 36 salî ye, ku xelkê Qamişloyê ye û bavê zaroyekê ye.

Di werzê Zivistanê de car caran mij çêdibe, polîsên trafîkê û aliyên pêwendîdar hişyariyê didin welatî û ajokaran ku ji bo parastina jiyanaw welatiyan, pabendî rênmayên çûnûhatinê bibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 660 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:18:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x