Li Serê Kaniyê teqînek çêbû: Kuştî û birîndar hene

Di encama teqînekê de li Serê Kaniyê 2 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetir ji 10 kesan birîndar bûn.

05.12.2019, Per - 17:49

Li Serê Kaniyê teqînek çêbû: Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Teqîn li Dîwara El Coze, li ser riya nexweşxaneya bajêr li nava Serê Kaniyê çêbû. Li gor zanyariyên berdest li wê dîwarê 2 otomobîlên bombekirî hatin teqandin.

Herwiha li gor zanyariyên berdest di encama wê teqînê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

Tê idîakirin ku ew teqan li dijî serokê hikûmeta katî ya opozîsyona Sûriyê Ebdulrehman Mistefa û serokerkanê wê hikûmetê Selîm Idrîs bûye.

Ew her du kes ji bo ku beşdarî civîneke çekdarên xwe bibin çûbûn Serê Kaniyê.

Li aliyê din Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî derbarê wê teqînê de daxuyaniyek belav kir û piştrast kir ku di wê teqînê de 2 kes mirine û zêdetir ji 10 kesan jî birîndar bûne.

Bajarê Serê Kaniyê piştî ku di encama rêkevtina Soçiyê de şervanên HSDê jê vekişayabûn, ketibû destê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 729 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:30:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x