Li sînorê Til Temir çekdarên ser bi Tirkiyê ve welatiyek kuştin

Li navçeya Til Temirê ya li bakurê rojavayê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê, çekdarên ser bi Tirkiyê ve welatiyekî Sûrî yê xelkê Dêrezorê dema dixwest derbasî nav axa Tirkiyê bibe kuştin

30.09.2022, Cum - 14:50

Li sînorê Til Temir çekdarên ser bi Tirkiyê ve welatiyek kuştin
Nuçe Belav bike

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, îro 30ê Îlonê li navçeya Til Temirê ya li bakurê rojavayê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê, çekdarên ser bi Tirkiyê ve welatiyekî Sûrî yê xelkê Dêrezorê girtin ku dixwest derbasî nav axa Tirkiyê bibe.

Heman çavkaniyê ragihandiye, çekdaran hemû tiştên ku bi wî kesî re bûne, jê standine û daxwaza pere ji malbata wî kirine, lê piştî ku kesûkarên wî pere nedane, wan çekdaran ew kes kuştine.

SOHR diyar kiriye, çekdarên ser bi Tirkiyê ve termê wî kesî avêtin navbera herdu gundên Aliye û Mikaf ên ser bi bajarokê Til Temirê ve.

Roja 19ê Îlonê jî, li navçeya Serê Kaniyê çekdarên grûpa Ehrar el-Şerqiye 17 kes ji xelkê parêzgeha Hesekê girtin ku piraniya wan Kurd bûn û dixwestin derbasî nav axa Tirkiyê bibin. Sê kes ji wan kesan piştî ku malbatên wan 8 hezar dolar pere dane çekdaran hatin berdan, lê heta çarenivîsa 14 kesên din ne diyar e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 387 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:32:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x