Li Tişrînê di navbera HSD û çekdaran de şer qewimî!

Li Bendava Tişrînê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê yên bi navê “Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê” de şer derket.

12.12.2024, Per - 14:55

Li Tişrînê di navbera HSD û çekdaran de şer qewimî!
Nuçe Belav bike

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê Gêlo Îsa ji ajansa Rûdawê re ragihand ku li Benda Tişrînê di navbera HSD û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê yên ku Tirkiye piştevaniya wan dike de şer û pevçûn derketine.

Gêlo Îsa diyar kir ku ji ber şer û pevçûnan elektrîka Kobaniyê careke din qut bûye.

Bi gotina Gêlo Îsa derdora Kobaniyê û Pira Qereqozaqê aram e.

Metirsî heye ku Bendava Tişrînê biteqe

Li aliyê din, çavkaniyeke nêzîkî HSDyê jî ragihand ku çekdarên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê agirbest xera kiriye û êriş kiriye.

Bi gotina wê çavkaniyê çekdar bi çekên giran hewl didin bi pêş de herin û şervanên HSDyê jî bersiva êrişan didin.

Heman çavkaniyê her wiha got ku metirsiya wê yekê heye ku Bendava Tişrînê biteqe.

Eger ew bendav biteqa dibe ku karesateke mirovî rû bide.

 

Vî nûçeyê tevayî: 138 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:40:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x