Di civînê de Hevserokê Partiya Yekîrtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim jî amade bû.
Mazlûm Ebdî û rûsipiyên beşdar pêşhatên siyasî û leşkerî li navçeyê gotûbêj kirin.
Herwiha di wê civînê de êrişên hêzên Tirkiyeyê li navçeyên Rêveberiya Xweser, bandora şerê Xezeyê hat gotûbêjkirin.
Di heman demê de Mazlûm Ebdî û şandeya Encûmena Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevr e behsa rewşa îdarî û xizmetguarî ya navçeyê kirin.
Wan bi taybetî jî zererên ku gihiştine jêrxaneya herêmê û wêstgehên av, elektrîk û bîrên petrolê nirxandin.