Mazlûm Ebdî li ser êrişên Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir

25.12.2023, Pts - 06:03

Mazlûm Ebdî li ser êrişên Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir
Nuçe Belav bike

Fermandarê HSDyê li ser êrişên Tirkiyeyê got, “Di nava salekê de cara sêyemîn hedefgirtina binesazî û çavkaniyên debara sivîlan li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, polîtîkaya birçîbûn û dagirkeriyê ye ku weke sûcê şer tê dîtin.”

Li Herêma Kurdistanê, 12 leşkerên Tirkiyeyê\'nin kuştinden bir parçası olarak, Tirkiyeyê\'de PKK\'nın bir parçası oldu.

Piştî vê yekê artêşa Tirkiyeyê wêstgehên petrolê yên li bajarê Tirbe Spiyê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.

Li gorî daxuyaniyê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê 29 cih hatine bombebarankirin.

“Türkiye sûcê şer dike”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek bela kir.

Mazlûm Ebdî diyar kir ku Tirkiye sûcê ser dike û wiha:

“Di nava salekê de cara sêyemîn hedefgirtina binesazî û çavkaniyên debara sivîlan li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, polîtîkaya birçîbûn û dagirkeriyê ye ku weke sûcê şer tê dîtin, ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo hedefgirtina gelê me û aramiya herêmê tê meşandin.”

“Tirkiye dixwaze krîzên xwe yên navxweyî hinardeyî derve bike”

Fermandarê HSDyê Mazlûm Ebdî tekez kir ku Tirkiye dixwaze krîzên xwe yên navxweyî hinardeyî derve bike û wiha pê de çû:

“Tevî amadekariyên gel ji bo pêşwazîkirina sala nû bi hêviya aştî û aramiyê û hewlên me yên berdewam bi hevkarên xwe re ji bo dabînkirina îstiqrarê, Enqere li ser polîtîkayên xwe yên êrişkar bi israr eû krîzên xwe y ên navxweyî hinardeyî derve dike.”

Rêveberiya Xweser jî daxuyaniyek da

Li aliyê din Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li ser êrişên Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de got, “Dewleta Tirk li dijî herêmên me rêzeqirkirinan pêk tîne û daxwaza we ew e ku xeleka dagirkeriya xwe fireh bike.

Doh dewleta Tirk ve gelek wêstgehên petrolê, avahiyên stratejîk û xizmetgazariyê yên li herêmên Dêrik û Tirbe Spiyê armanc girt.

Rêveberiya Xweser amaje bi wê yekê da ku ev êriş û hedefgirtin temamkirina êrişên li dijî herêmê yên salên borî ye û armanc jî bêîstîqrarî û aloziyê çêkirin e.

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe, di serî de rêxistina DAIŞê ya terorîst piştgiriyê dide terorîstan da ku ev kom xwe bi rêxistin bikin û êrişan pêk bînin.

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku êrişên esmanî yên Tirkiyeyê yên li ser tesîsên ku xizmeta gelê herêmê dikin, ji aliyê Neteweyên Yebûyî û saziyên navneteweyî ve ben qeydkirin û belgekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 316 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:38:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x