Mazlûm Ebdî têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da

Fermanderê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, derbarê êrişên Tirkiyeyê de got, “Rûxandina jêrxaneyê dikeve çarçoveya sûcên şer.”

08.10.2023, Paz - 20:16

Mazlûm Ebdî têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Ji ber bombebaran û topbaranên artêşa Tirkiyeyê ve piraniya jêrxaneya Rojavayê Kurdistanê wêran bûye.

Fermanderê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da.

Mazlûm Ebdî diyar kir ku Tirkiyeyê di 72 demjimêran de bêtirî 145 deverên biewle yên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de topbaran kirine.

Mazlûm Ebdî da zanîn ku deverên hatine bombebarankirin santralên karebayê, avê û enerjiyê bûn.

Bi gotina Mazlûm Ebdî nexweşxane û dibistan jî bûne armanca êrişên Tirkiyeyê.

"Rûxandina jêrxaneyê dikeve çarçoveya sûcên şer"

Mazlûm Ebdî got:

“Êrîşa dawî ya Tirkiyeyê rasterast xebatên Rêveberiya Xweser bi niyeteke siyasî ya dijber kirin armanc da ku jiyana welatiyan felc bike.

Ev êrîş li dijî xebatên navdewletî û karên rêxistinên civaka sivîl û saziyên sivîl bûn.

Rûxandina jêrxaneyê dikeve çarçoveya sûcên şer û ne pêkan e kêmtirî wê were pênasekirin.”

Rêveberiya Xweser ragihand ku rojên 04 - 05 - 06 û 07ê Çiriya Pêşîn a 2023yan de, artêşa Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê bi dronan zêdetirî 40 êrişên esmanî pêk anîne.

Li gorî amarên Rêveberiya Xweser, di encama wan êrişan de, 15 kesan canên xwe ji dest daye.

Herwiha 8 ji wan sivîl in û 10 kes jî birîndar bûne ku 8 ji wan jî sivîl in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 295 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:55:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x