Mazlûm Kobanî: Agirbest tenê ji bo Girê Spî û Serê Kaniyê ye

Fermandarê HSDê General Mazlûm Kobanî ragihand ku agirbest tenê ji bo Girê Spî û Serê Kaniyê ye.

18.10.2019, Cum - 07:19

Mazlûm Kobanî: Agirbest tenê ji bo Girê Spî û Serê Kaniyê ye
Nuçe Belav bike

Mazlûm Kobanî herwiha ragihand ku ew pêşwaziyê li agirbestê dikin û spasiyên xwe pêşkêşî şervanan kirin.

Piştî rêkeftina Amerîka û Tirkiyê derbarê Rojava de Fermandarê Giştî yê HSD General Mazlûm Kobanî ji medya nêzîkî HSDê axivî û ew agirbest piştrast kir û ragihand ku ew amade ne her tişta ji destê wan tê bikin bo bi serxistina agirbestê.

Mazlûm Kobanî herwiha got ku ev nê nêzikî 3 roj e kar li ser wê agirbestê dikin û Serokê Amerîkayê bi xwe mijûlî vî karî bû û ragihand, “Em agahdarê hewldanan bûn û peywendiya me li gel amerîkîiyan hebû. Agirbest herêma di navbera Girê Spî û Serê Kaniyê li xwe digire û guftugo li ser navçeyên din nehatine kirin.”

Mazlûm Kobanî dibêje aliyê vê agirbestê Amerîka ye û ew berpirs in bo ku ew agirbest serkeftî be û ragihand,” Nabe demografiya navçeyê bê guhertin û divê xelk vegere ser mal û milkê xwe.”

Fermandarê HSDê herwiha got, “Ev agirbest e di encama berxwedana qehremanane ya şervanên HSD û herwiha piştevaniya cîhanê ya bo HSDê pêk hat.” Mazlûm Kobanî herwiha got ku fişarên cîhanê jî Tirkiye neçar kir ku agirbestê ragihîne.

Li aliyê din Fermandariya HSDê jî daxuyaniyek derbarê rêkeftin û agirbestê de belav kir.

Serkirdetiya Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku li ser daxwaz û rizamendiya HSDê û her wiha navbeynkariya Amerîkayê ku cîgirê serokê Amerîkayê weke nûnerê Amerîkayê bû, ew gihîştine rêkeftinekê.

HSDê ragihand ku li gor wê rêkeftinê agirbestekê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Tirkiyê de ragihînin û ew agirbest li tevahiya eniyên şer ku ji Serêkaniyê heya Girê Spî. Ev agirbest jî di demjimêr 22:00an de tê bicîhkirin. Di vê derbarê de wê Hêzên Sûriya Demokratîk pabendî vê agirbestê bin û her wiha daxwaz ji Tirkiyê jî dike ku pabendî agirbestê be.

Şandên Amerîka û Tirkiyê îro li Enqerê civiyan û di encamê de herdu aliyan ragihandin ku wan li ser rêkeftinekê li hev kirine.

Li gor wê rêkeftinê Tirkiye dê êrişa bo ser Rojavayê Kurdistanê rawestîne û YPG jî dê hêzên xwe ji navçeya aram ku Tirkiye dixwaze ava bike vekişîne û herwiha ew dever dê di destê Tirkiyê de be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 964 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:59:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x