Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Shoygu û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî bi rêya vîdoykonferansê derbarê cîbicîkirina rêkeftina nû ya navbera Rûsya û Tirkiyê ya derbarê Rojavayê Kurdistanê de gotûbêj kirin.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê îro Çarşemê di daxuyaniyekê de ragihand, Sergey Shuygo ji General Mazlûm Kobanî re gotiye, belavbûna hêzên Polîsê Leşkerî yê Rûsya û hêzên Pasevanê Sînor ên Sûriyê li ser sînor, ewlehiya akinciyên Kurd ên wan herêman garantî dike û lewma jî ne hewce ye ku xelk herêmên xwe biterikînin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê, Sererkanê Artêşa Rûsyayê Valery Gerasimov jî di vê pêwendiyê de beşdar bû û hatiye ragihandin, di vê pêwendiyê de behsa pêngav û awayê cîbicîkirina rêkeftina navbera Moskow û Enqerê ji aliyê hêzên Kurdî ve hat kirin.
Li gor heman daxuyaniyê, Fermandarê Giştî yê HSDê, Mazlûm Kobanî ji ber parastina gelê Kurd û pêngavên ji bo rawestandina şer spasiya Rûsyayê û serokê wê Vladimir Putin kiriye.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî hevdtineke dûr û dirêj li gel Serokê Rûsyayê, Vladimir Putin derbarê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de gihîşte rêkeftinekê.
Rêkeftina navbera herdu aliyan ji 10 xalan pêk tê, ku li gor rêkeftinê divê di nava 150 saetan de çekdarên Kurd ên YPG û YPJ tevî çekên xwe bi kûrahiya 30 kîlometran ji sînorê Tirkiyê dûr bikevin.
Piştî vekişîna hêzên Kurdî, dewriyeyên hevbeş ên Rûsya û Tirkiyê bi kûrahiya 10 kîlometran li nav axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bigerin, lê belê ev yek bajarê Qamişlo li xwe nagire.
Herwiha hêzên Polîsê Leşkerî yê Rûsya û hêzên Pasevanê Sînor ê Sûriyê dê li ser sînorê bi Tirkiyê re bêne bicihkirin.
Piştî wê rêkeftinê, Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, ku operasyona xwe radiwestîne û êdî pêwîstî bi berdewamkirina operasyonê li bakurê Sûriyê nemaye.
Li gor rêkeftina Rûsya û Tirkiyê, herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê dê di kontrola hêzên Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî de bimînin.