Mihemedê Serê Kaniyê: Ez ne Filistînî me û ez li Serê Kaniyê birîndar bûm

Mihemed Hemîdê 13 salî ku sala 2019an li Serê Kaniyê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbû û laşê wî şewitibû, li Tirkiyeyê çend roj in bûye rojev.

13.10.2023, Cum - 06:13

Mihemedê Serê Kaniyê: Ez ne Filistînî me û ez li Serê Kaniyê birîndar bûm
Nuçe Belav bike

Mihemed Hemîd ku wekî "Mihemedê Serê Kaniyê" tê naskirin, ew zarokê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê ye ku Çiriya Pêşîn a 2019an di bombebarana artêşa Tirkiyeyê de li Serê Kaniyê birîndar bû û laşê wî şewitî.

Mihemed Hemîd bû mêvanê Bultena Rojava ya Rûdawê ku ji aliyê Dilbixwîn Dara ve tê pêşkeşkirin.

Mihemed Hemîdê ku niha li Kampa Serê Kaniyê dimîne derbarê gotegotên li ser xwe anî ziman:

“Ez ji ber ku endamê wan im, bi rêya Komîteya Lacînê pê hisiyam ku ez bûme rojev.

Ez ne yê Filistînê me, ez Mihemedê Serê Kaniyê me, yê ku 2019an bi fisfora spî hat şewitandin.”

Mihemed Hemîd diyar kir ku dema ew di bombebaranê de birîndar bû li ber mala xwe li Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bûye.

Ew çend roj in li Tirkiyeyê bûye rojev

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Omer Faruk Hulaku, duh li Parlamentoya Tirkiyeyê behsa Mihemedê Serê Kaniyê kir û got:

“Mihemed Kurd e û li Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê di encama bombebarana artêşa Tirkiyê de birîndar bûye ne ku li Xezeyê.”

Omer Faruk Hulaku got, ew wî tawanê dijî mirovatiyê şermezar dikin ku li Xezeyê hatiye kirin û tekez kir ku ew li gel gelê Filistînê ne.

Parlamenterê YSPê rexne li wan kes û aliyan girt ku li beramberî tawan û komkujiyên himberî gelê Kurd tên kirin bê deng in û ew wek durû binav kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 343 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:05:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x