Li bajarê Minbicê yê li bakurê Sûriyeyê di navbera HSD û çekdarên Tirkiyeyê de şer û pevçûnan rû da
Li bajarê Minbicê yê li bakurê Sûriyeyê di navbera HSD û çekdarên Tirkiyeyê de şer û pevçûnan rû da.
2 çekdar hatin kuştin, 2 jî hatin birîndarkirin û birînên wan giran in.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku pevçûnan li çoltera Minbicê rû daye.
SOHRê da zanîn ku piştî zêdebûna girjiyên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çekdarên di kontrola Tirkiyeyê de şer û pevçûnan rû daye.
Li gorî heman çavkaniyê, 2 çekdarên çekdarên bi ser Tirkiyeyê ve hatinE kuştin û 2 jî bi giranî hatine birîndarkirin.
Her wiha şervanek û 2 sivîl jî birîndar bûne.
Minbic li cihekî stratejîk E û Heleb, Reqa û Rojavayê Kurdistanê digihîne hev.