MSD: Destêwerdana Tirkiyê temenê krîza Sûriyê dirêj dike

Endamê Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Elî Rehmûn ragihand ku destêwerdan û gefên Tirkiyê li ser Sûriyê temenê krîza wî welatî dirêj dike.

13.12.2022, Sal - 15:54

MSD: Destêwerdana Tirkiyê temenê krîza Sûriyê dirêj dike
Nuçe Belav bike

Endamê Desteya Serokatiya MSDê Elî Rehmûn ragihand ku gefên Tirkiyê temenê krîza Sûriyê dirêj dike û dibin rêgir li ber çareseriya siyasî, bi taybetî eger Trikiye gefên xwe yên derbarê pêkanîna operasyoneke bejahî de li bakurê Sûriyê cîbicîh bike, dê navçe rûbirûyê bêserûberiyê bibe û krîz vegere ser xala sifrê. Rehmûn got “Li Sûriyê çareseriya serbazî qet biser nakeve, tenê bi rêya siyasî li gor biryarên navdewletî krîz çareser dibe ku niha MSDê kar bo wê dike.”

Endamê Desteya Serokatiya MSDê tekez kir ku niha ew kar bo avakirina desteyeke siyasî derbarê çareseriya siyasî de li Sûriyê dikin, daku civaka navdewletî û welatên peywendîdar vê çareseriya siyasî li ser hikûmeta Sûriyê û welatên navherêmî ku destêwerdanê di karûbarên welêt de dikin ferz bikin.

Di 24ê Mijdarê de jî, Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSDê Riyad Derrar gotibû, armanca gef û êrîşên Tirkiyê yên berdewam bo ser bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, gûrkirina hestê neteweyî ye bo pêkanîna armancên Erdogan di hilbijartinan de.

20ê Mijdara borî, artêşa Tirkiyê dest bi operasyona (Penc-Şûr) dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê kir, di encam de 59 kesan canê xwe ji dest dabûn û bi dehan jî birîndar bûbûn, hevdem çend saziyên petrolê û nexweşxane û dibistan jî wêran kiribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 242 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:35:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x