MSD: Kampa Holê wekî bombeyeke rasteqîne ye

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Elî Rehmûn bal kişand li ser Kampa Holê ya li Hesekê got, “Kampa Holê li navçeyê weke bombeyeke rasteqîne ye.”

09.11.2023, Per - 05:59

MSD: Kampa Holê wekî bombeyeke rasteqîne ye
Nuçe Belav bike

Ev heyamek e li Rojavayê Kurdistanê rewşa ewlehî, leşkerî û mirovî aloz bûye.

Ligel vê yekê Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pirsa girtî û malbatên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê wekî metirsîdaritrîn pirs dibînin.

Cîgirê Seroka Desteya Cîbcîkar a MSDyê Elî Rehmûn ji Rûdawê re behsa vê mijarê kir:

"Kampa Holê bombeyeke diyarkirî ya rasteqîne ye li navçeya Rêveberiya Xweser. Wekî hûn dizanin, bêhtir ji 50 hezar kesî li xwe digire, piraniya wan ji malbat û zarokên DAIŞê ne.

Elî Rehmûn diyar kir ku herêma wan bûye wekî “landikeke rasteqîne ya Îslama radîkal” û gelek dewlet welatiyên xwe nabin ji bo ku ji wan re nebin pisgirêk.

“Divê pirsa DAIŞê were çareserkirin”

Wî serkirdeyê MSDyê tekezî li ser wê yekê kir ku divê pirsa çekdarên girtî yên DAIŞê û malbatên wan, li ser asta navdewletî bê çareserkirin û got:

“Pêwîstiya vê yekê bi çareseriyeke navdewletî heye, li ser bilindtirîn ast. Lewma jî divê êdî çareyên rasteqîne bên kirin. Divê dewlet bêne neçarkirin ku welatiyên xwe bibin.”

Bi gotina Elî Rehmûn pêwistiya zarokên DAIŞê ji nû ve bên perwerdekirin da ku bibine welatiyên aştîxwaz li beramber welatiyên xwe û malbatên xwe.

Elî Rehmûn herwiha da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsê “pêwîstî bi komdengiyeke navdewletî ya cîhanî” heye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:22:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x