MSDê derbarê rênedana şandina alîkariyan de daxuyaniyek da

Encûmena Sûriya Demokrat (MSD) daxuyaniyek li ser rênedana opozisyona Sûriyê ji derbasbûna alîkariyên wan ji bo bakurê Rojavayê Sûriyê belav kir.

23.02.2023, Per - 07:00

MSDê derbarê rênedana şandina alîkariyan de daxuyaniyek da
Nuçe Belav bike

MSDê di daxuyaniya xwe de dibêje “Siyaseta ku piştî erdhejê hatiye cîbicîkirin, bû sedem ku canê gelek kesan neyê rizgarkirin û derfeta rizgarbûna wan nema.”

MSDê ragihand “Grûpên çekdar, Îtîlaf û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê siyaseta Tirkiyê parastin û rê nedan alîkariyên me derbas bibin.

Herwiha MSD di daxuyaniyê de diyar kir “Tirkiyê di rizgarkirina qurbaniyan de cudahî dikir û destpêkê welatiyên Tirkiyê ji bin kavilan derdixist û alîkarî negihand bakurê Sûriyê.”

Di beşekî din ya daxuyaniya xwe de MSDê got “Tirkiyê di siyaseta guhertina demografî de li bakurê rojavayê Sûriyê berdewam e.”

Encûmena Sûriya Demokrat da zanîn ku heta niha 70% ji xelkê Efrînê ji navçeyên xwe hatine derxistin

MSDê bang li civka navdewletî kir givaşê li ser Tirkiyê bike, ji bo ku wê siyaseta xwe rawestîne.

MSDê tekez kir ku ew ditirsin ku alîkariyên ji bo qurbaniyên erdhejê diçin “ji bo avakirina xaniyan ji bo Erebên hawirde bê pêşkêşkirin”

Derbarê hikûmeta Sûriyê de jî MSD wiha dibêje “Hikûmeta Sûriyê erdhej ji bo berjewendiyên siyasî bikar anî û destpêşxeriyên navxweyî ji bo alîkalîkirina qurbaniyan red kir.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 740 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:41:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x