MSDyê li ser êrişa li Qamişloyê daxuyanî da

Ofîsa Ragihandinê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li ser êrişa li Qamişloyê daxuyaniyeke nivisîkî weşand.

28.02.2024, Çar - 06:43

MSDyê li ser êrişa li Qamişloyê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Şeva 26ê Sibatê êrişî avahiya MSDyê ya li Qamişloyê hatibû kirin.

“Helwesta me ya nîştimanî ya xurtkirina diyalogê dikin armanc”

MSDyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ti ziyanên canî çênebûne û got:

"Şeva 26ê Sibatê navenda me ya li bajarê Qamişloyê bû hedefa êrişeke terorî.

Kesên nenas bombeyek avêt hundirê sûra avahiyê.

Ziyanên êrişî tenê madî bûn. Hêzên Ewlehiya Hundirîn lêkolîn daye destpêkirin.

“Em vê êrişî bi tundî şermezar dikin”

Em vê êrişî bi tundî şermezar dikin. Kesên li pey vî êrişê helwesta me ya nîştimanî ya xurtkirina diyalogên navxweyî ya ji bo ‘pêkanîna demokrasiyê li welat’ dikin armanc.

Em ji raya giştî re teqez dikin ev êriş me ji xebatên bo pêkanîna armancên ku em pê bawer in dûr naxe.

Em dê têkoşîna xwe dewam bikin heta istiqrareke siyasî ya ku Sûriyeyî dixwazin, pêk were.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 254 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:31:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x