Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê bo hevkariya Iraqê amade ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê li Iraqê Matthew Tueller li Iraqê civiyan û di civînê de Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê bo pêşkeşkrina her hevkariyeke bo çareserkirina rewşa Iraqê amade ye.

04.12.2019, Çar - 09:31

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê bo hevkariya Iraqê amade ye
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Amerîkayê li Iraqê Matthew Tueller kir.

Li gor daxuyaniya ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî û Matthew Tueller pêşhateyên vê dawiyê yên li herêmê û rewşa Iraqê bi taybetî xwepêşandanên li Bexda û çend bajarên din ên wî welatî gotûbêj kirine.

Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye ku Herêma Kurdistanê ji bo çareserî û aramiya Iraqê amade ye her hevkariyê ligel Iraqê bike.

Herwiha di hevdîtinê de mijara pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê û mijarên weke budce û petrolê jî hatine nirxandin.

PARVE BIKE LI SER
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 568 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:24:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad