Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li balyozê Rûsya yê li Iraqê kir

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê Maxim Maximov û şanda li gel wî kir.

11.04.2018, Çar - 07:09

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li balyozê Rûsya yê li Iraqê kir
Nuçe Belav bike

Balyozê Giştî yê Rûsya li Hewlêrê Viktor Simakov, Şêwirmendê Balyozxaneya Rûsya Mend Andre Silen, Serokê kompanya Gaz Prom Neft li Rojhilata Navîn Sergey Pitrov û Rêvebirê Nivîsgeha Hewlêrê ya Kompanya Gaz Prom Olig Blegin pêk hatibû.

Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek li ser naveroka civînê belav kir û ragihand ku destpêkê şanda mêvan binavê xwe û yê Hikûmeta Rûsya sersaxî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re xwest, li ser koça dawî ya (Dilovan Idrîs Barzanî) û piştre behsa pêwendiyên dualî di nav Hewlêrê û Mosko de kirin.

Malperê diyar kir ku şanda mêvan amadebûna xwe ji bo bêtir pêşxistina pêwendiyên herdu aliyan di hemû waran de, da xuyakirin û destxweşiya Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê kir li ser pêşveçûnên ku di pêwendiyên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de çêbûne.

Herwiha malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan daye ku Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji aliyê xwe ve, ji bo serdana şanda Rûsî pêşkêşkirina sersaxiyê, sipasiya şanda mêvan kir û diyar kir, ku Hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê giringiyeke mezin didin pêwendiyên li gel Rûsya û amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwendiyan di hemû waran de, li gel Rûsya da xuyakirin, herwiha diyar kir ku Hikûmeta Kurdistanê amade ye hemû asankariyan ji bo sermiyanên Rûsî bike, daku weberhênanê li Kurdistanê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 795 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:03:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x