Neteweyên Yekbûyî rapora xwe ya têkildarî Rojavayê Kurdistanê parve kir

Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî têkildarî Sûryeyê li New Yorkê civînek li dar xist û rapora xwe parve kir.

01.11.2023, Çar - 08:57

Neteweyên Yekbûyî rapora xwe ya têkildarî Rojavayê Kurdistanê parve kir
Nuçe Belav bike

Li gor rapora Neteweyên Yekbûyî, Rojavayê Kurdistanê yek ji wan deveran e ku di nava çend salên dawî de herî zêde rûbirûyî êrişan hatiye.

Di encama êrişên artêşa Tirkiyeyê de, ziyaneke mezin gihişte jêrxaneyên Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî elektrîk, av, petrol û gelek navendên xizmetguzariyê.

Herwiha gelek sivîlan jî canê xwe ji dest da an jî birîndar bûn.

“Divê li Sûrîyê pevçûn werin rawestandin”

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen di rapora xwe ya ku têkildarî rewşa Sûriyeyê amade kiriye de got:

“Divê hemû aktor çalakiyên xwe li gor yasayên navneteweyî bi rê ve bibin.

Li gorî vê pêwîst e sivîl û binesaziyên sivîlan bêne parastin. Divê destûra binpêkirina yasayê neyê dayîn.

Divê li Sûrîyeyê pevçûn werin rawestandin û em vergerin rewşa berê.

Divê hemû aktorên Sûriyeyê û hêzên din, di vê mijarê de baldar bin. Divê rêz li yasayên navneteweyî bê girtin.”

Geir Pedersen herwiha got:

“Ez dê giftûgoyên xwe yên bi aktorên Astana, Ereb û yên Ewropayê re bidomînim.

Ez dê ji bo kêmkirina pevçûnan hewl bidim û polîtakayên xwe pêş ve bibim.”

Li aliyê din, ji destpêka şerê Xezeyê ve êrişên li ser baregehên Amerîkayê yên li Sûrîye û Îraqê zêdetir bûne.

“Em dê di demeke guncaw de bersiva êrişan bidin”

Nûnerê Amerîkayê yê Neteweyên Yekbûyî jî tekez kir ku ew dê di demeke guncaw de bersiva êrişan bidin.

Nûnerê Amarîkayê yê Neteweyên Yekbûyî Robert A. Wood got:

“Bêguman, em li dijî hemû êrişên li ser baregeh û mirovên Amerîkayê ne.

Em dê di demeke guncaw de bersiva êrişan bidin.

Taktîk û yasayên me her tim bi vî awayî ne. Ez niha tiştek din nabêjim.”

Di heman demê de di raporê de hat diyarkirin ku DAIŞ hîn jî çalak e û êrişên xwe didomîne bi taybetî jî li Dêrezor, Reqa û Himisê.

Herwiha hat diyarkirin ku pêwîstî bi diyaloga hemû aktorên navneteweyî heye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 311 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:54:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x