Li gorî zanyariyên Kurdistan 24 ku Firokeyên şer yên Tirkiyê bi sê mûşekan nexweşxaneya Avrîn ya Efrînê bombebaran kirin e, di encam de 9 welatiyên sivîl şehîd bûn û hejmareke welatiyên din jî, birîndar bûn e.
Beriya niha jî Rewangeha Sûriyê ya mafê mirovan belavkiribû, ji encama topbaran û bombebarana Artêşa Tirk û çekdarên Artêşa azad a Sûriyê, 22 welatiyên sivîl şehîd ketin e, ku pênc ji wan zarok in û zêdetirî 45 welatiyên din jî brîndar bûn e.
Ji aliyek din ve û ligor zanyariyên Kurdistan24, şer û pevçûnên dijwar di navbeyna YPG, Artêşa Tirk û çekdarên Artêşa Azad de li gundewarên nahiya Mabeta rû didin.