Nûnerê ENKSê di opozisyonê de li gel serokê Firensa dicive

Bi beşdariya endamekî ENKSê, şandeke Opozisyona Sûrya li bajarê New Yorkê yê Amerîka ye û biryar e li gel serokê Firensa Emmanuel Macron bicive.

24.09.2018, Pts - 06:49

Nûnerê ENKSê di opozisyonê de li gel serokê Firensa dicive
Nuçe Belav bike

Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûryê, di Desteya Bilinda Danûstendinan a Opozisyona Sûryê de, Hewas Egîd ji Kurdistan24ê re ragihand, ku şandeke opozisyonê bi serokatiya serokê Desteya Bilinda Danûstendinan Nesir El-Herîrî û endamtiya şeş ji endamên wê desteyê, ji bo beşdarîkirinê di civîna Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî de, ji duh ve li New Yorkê ye.

Hewas Egîd ku endamê şanda Opozisyonê ye ji bo New Yorkê, diyar kir, ku şanda wan wê di çarçoveya civînên Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî de, li gel hejmarek ji serkirdeyên welatan bicive. Herwiha wê li gel serokê Firensa Emmanuel Makron û wezîrên derve yên Siûdiyê û Denîmarkê jî bicive.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1098 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:51:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x