Opozîsyona Sûrî: Me ferman daye hikûmeta demkî ku kujerên 4 Kurdên Cindresê ceza bike

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û opozîsyona Sûriyê kuştina 4 welatiyan li bajarokê Cundres li rojava ji aliyê endamên grûpeke çekdar a bi piştevaniya Tirkiyê ve şermezar kir û dibêje ku wan ferman daye hikûmeta demkî ya Sûriyê da ku lêkolînê li ser bûyerê bike, tawanbaran bişopîne û ceza bike.

21.03.2023, Sal - 16:29

Opozîsyona Sûrî: Me ferman daye hikûmeta demkî ku kujerên 4 Kurdên Cindresê ceza bike
Nuçe Belav bike

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û opozîsyona Sûriyê derbarê kuştina 4 welatiyên Kurd ên bajarê Cindirisê ya rojavaya Kurdistanê kir ku doh ji alîyê grûpeka çekdar a nêzîkî Turkiyeyê ve hatibûn kuştin de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Opozîsyona Sûriyê ew tawana hovane ya ku êvara Duşemê pêk hat şermezar dike ku tê de hejmarek ji xizmên me li navçeya Cindrêsê ya parêzgeha Helebê hatin kuştin."

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û opozîsyona Sûriyê tekez dike ku wan hikûmeta Demkî ya Sûriyê û Artêşa Niştimanî " di asta herî bilind erkdar kirine da ku lêkolîn û lêpirsîna hûrgiliyên tawanbariyê bikin da ku tawanbar werin girtin û darizandin"

Hevbendiya Niştimanî ev bûyer weke "ne xweş" bi nav kir û got “Bûyera li Jundres ne xweş e û Kurd li hemû herêman, herêmên rizgarkirî jî di nav de, bê sînor Newrozê pîroz dikin.Ji bilî pevguhertina pîrozbahiyan bi boneya vê rojê di nav civakên gelê Sûriyê de û beşdarbûna di şahiyan de.

Li gorî agahiyên ku li bajarokê Cndrêsê yê Efrînê hatine dayîn, êvara duşemê 20-03-2023 koma Çeyş El-Şerqiyê ya opozîsyona Sûriyê di dema dadanê agirê Newrozê de gule li welatiyên Kurd reşand.

Di gulebarana Ceyş ElŞerqiye de 4 endamên yek malbatê (Ferhadîn Osman (43), Mihemed Osman (42), Nazmî Osman ê 38 û Mihemed Ferhadîn Osman ê 18 salî) jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 2 kesên din jî birîndar bûn.

Hevbendiyê herwiha derbarê civaka Kurd a li Rojavayê Kurdistanê de got “Civaka Kurdî yek ji civakên sereke yên gelê Sûriyê ye û hevpeymanî piştgiriya wê dike ji bo bidestxistina hemû maf û azadiyên xwe, û em hemû reftarên dijminatiyê ji her alî ve red dikin ji ber cudahiyên olî, etnîkî û netewî.

Hevbendiyê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên bûyera Cindrêsê re dişîne û soz dide ku dê li pey tawanbaran bikevin û darizandineke adil a cezayê wan pêk bînin.

Wezareta Berevaniya Sûriyê roja Sêşemê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got "Polîsên qanûnî yekser lêkolîn li ser bûyerê dest pê kirine û kar dikin ji bo dîtina tawankar û beşdarên tawanê yên rasterast."

Wezareta Berevaniya Sûriyê lê zêde dike “Em bi tundî qanûnê cîbicî dikin û lêkolîna li ser kiryaran berdewam e, em hewl didin di zûtirîn dem de tawanbar bên dadgehîkirin daku bên cezakirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 313 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:48:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x