Di daxuyaniya Serokatiya Parlementoya Kurdistanê de hat gotin ku, li gorî nûçeyên medyayê tê gotin ku rêxistina terorî DAIŞê serê 50 jinên êzidî jê kiriye. Ji bo ku cesedê van jinên êzidî yên ku bi destê rêxistina terorî DAIŞê ve hatin kuştin werin dîtin, divê lêpirsîn bê destpêkirin.
Herweha di wê daxuyaniyê de hatiye pesendkirin ku tawanên weha weke jenosîd û sûcên li dijî mirovahiyê ne.