Partiya Pêşverûyê kongreya xwe ya 16an li Amûdê li dar dixe

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd-Sûriye (PDPK-S) li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê kongreya xwe ya 16an li dar dixe.

08.12.2023, Cum - 17:43

Partiya Pêşverûyê kongreya xwe ya 16an li Amûdê li dar dixe
Nuçe Belav bike

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd-Sûriye (PDPK-S) bi dirûşma “Demokrasî ji Sûriyeyê re û mafên neteweyî yên rewa ji gelê Kurd ên Sûriyeyê re” 16emîn kongreya xwe li Hola Beylesanê ya navçeya Amûdê li dar dixe.

Kongre bi beşdariya rewşenbîr û nivîskar, endamên saziyên civaka sivîl û nûnerên eşirên Ereb û Kurdan dest pê kir.

Herwiha di kongreyê de 198 endam amade bûne ku 161 nûner ji Rojavayê Kurdistanê, 14 nûnerên rêxistina wê partiyê yên li Herêma Kurdistanê û Ewropayê jî beşdar bûne.

Kongre ji ber nakokiyan hatibû paşxistin

Piştî ku Sekreterê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd-Sûriye (PDPK-S) Ebdulhemîd Derwîş di 24ê Çiriya Pêşîna 2019an de koça dawî kir, ji ber nakokiyên di nav partiyê de, kongre çend caran hatibû paşxistin.

20 Çiriya Pêşîna borî Selah Derwîş birayê Hemîdê Hecî Derwêş kongreyek saz kiribû.

Di wê kongreyê de Selah Derwîş wek sekreterê partiyê hatibû hilbijartin.

Herwiha 27 kesên din jî wekî endamên Komîteya Navendî ya Partiya Pêşverûyê hatibûn hilbijartin.

Endamê Desteya Rêveber a Polîtburoya Partiya Pêşverûyê Ehmed Silêman derbarê kongreyê de gotibû:

“Ew nûnertiya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd-Sûriye (PDPK-S) nake û ew berovajî biryarên Komîteya Navendî ya rewa ye ku ji sala 2015an ve hatine pesendkirin."

Di vê kongreyê de dê komîteyeke navendî bê hilbijartin û ew komîte di civîna xwe ya yekemîn de dê sekreterê nû yê partiyê hilbijêre.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 379 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:16:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x