Ji ber pêla tozbarînê hejmarek bircên elektrîkê li bajarokê Holê û navçeyên rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ketin xwarê.
Ji ber pêla tozbarînê hejmarek bircên elektrîkê li bajarokê Holê û navçeyên rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ketin xwarê.
Li gor Birêveberê elktrîka herêma Cezîr a Rojavayê Kurdistanê Ekrem Silêman, pêla tozbarînê14 bircên elektrîkê li bajarokê Holê û navçeyên rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojava yê Kurdistanê ketine xwarê, û hêla 66 k.V ya sereka di navbere bajarê Hesekê û wistigeha Mezrea ya bajarokê Holê hatiye birîn.
Ekrem Silêman got, ji ber diziya hesinên bircanên elktrîkê ,di dema bahoz û baye zor xwe nagir û dikeve.
Ji ber tozbarînê ziyaneke mezin gihiştiye tora elektrîkê li parêzgeha Hesekê, di dema dawî de hêla elektrîkê ya Reqa- Hesekê jî hatibû birîn û çend burc li bajarê Hesekê û Qamişlo ketibûn xwar.