Nivîskar û rojnamevanê navdar ê Sûrî Xesan Elîmam di gotarekê xwe ya îro 14.03.2017ê di rojnameya Şerqûlewset de belav kiriye, welatên cîhanê borsa û bazirganiyê li Minbîcê dinêrin.
Xesan Elîmam HSDê (Hêzên Demokratîk ên Sûriyê, ku YPG baskê çekdarî yê rojavayê Kurdistanê pêkanînerê serekî ye, amadeye bajarokê Minbîcê radestî milîsên Îranê û rejîmê Sûriyê bike.
Di destpêka vê mehê HSD piştî rizgarkirina navçeyek berfireh a rojavayê Minbîcê ji desthilatiya rêxistina tund a DAIŞê, navçeyek ji Minbîcê radestî rejîma Sûriyê kir.